Ş. Yûsiv's Avatar

Ş. Yûsiv

@se7mus.bsky.social

Wisa mirovek im ku li nasnameya xwe digirim . Ji nirxandin û nivîsandinê , bêhtir dixwazim bixwînim .

3 Followers  |  6 Following  |  23 Posts  |  Joined: 03.11.2023  |  1.4066

Latest posts by se7mus.bsky.social on Bluesky


Desthilata Tûndrew a Şam'ê qet baweriya min pê nayê!
Ev hikumeta demkî ya Al- Jolanî di salekê de bi dehan komkujî di pêkhateyên Sûriyê pêk anî.
Di adarê 2025'an li perava Sûriyê dijî Elewiyan qirkirin da despêkirin û paşê dest bi Diruza kir, bi wê nebû hat îsal êrîşên qirkirina Kurdan destpêkir.

17.02.2026 11:32 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0
Video thumbnail

Mazlûm Abdî ku di konfaransa ewlekariyê ya Münchenê başdar bûye bi gelek kesayetiyên asta bilind ji wan serokê Fransayê birêz Macron ji aliyekî ve û ji aliyê din bi wezîrê karûbarên derve yê DYA'yê civîiya.

Tora nûçeyan a Rûdawê bi birêz Abdî re ev roportaj kir.

14.02.2026 01:06 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Kurdan di demê dawî xwe weke hêzeke ku hem di warê parastina serbazî û hem jî di warê helwesta cemawerî de xwedî hêzeke pir mezin.
Divê ev yekîtiya kurd bi her şêweyê were parastin û piştgirî kirin .
Xebatên yekîtiyê kurd bi yekîtiya lobiyayê li derveyî welat xurttir dibe.
Xebatên lobiyayê pêşbixin.

10.02.2026 02:12 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Diyar bû ku ev hikumeta demekî ne ji bo dema veguhêz kar kiriye, lê belê qirkirin dijî Kurd û pêkhateyên din pêk aniye!
Rêjîma Al- Jolanî dixwaze dîktatoriya xwe ava bike û Sûriyê bibe pergaleke demokratîk .
Ev hikumeta îslamîst pêş çavê cîhanê ji 6 çêle ve şerê qirkirina kurdan despê kiriye!

30.01.2026 05:57 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Sûriyê piştî salekê ji serpêhatiya bi desthilata veguhêz re bi encameke nehênî va derket.
Vê desthilata tûndrew a îslamîst dijl pêkhateyan yek dûv yekê şerê qirkirinê veguhêz da meşandin ji Elewî û Xiristiyan despê kir û paşê çû ser diruzan û Kurdan.

30.01.2026 05:57 — 👍 0    🔁 0    💬 1    📌 0

Divê siyasetmedarên kurd guhên xwe baş bidin kolanê û daxwazên kurdan paşguh nekin .
Di hemû çalakiyên kurd ên dawî de rastiyek tenê heye ev gel neteweparêz e. Wate divê hemû partiyên kurdan vê di berçav re bigirin û rêzik û bername û armancên xwe gorî daxwazên kolana kurdî sererast bikin.

27.01.2026 19:08 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Ev têgîna Biratiya Gelan ku esas di bakur û rojhilatê Sûriyeyê weke pratîk destpêkir û bi awayekî trajîk bi dawî hat rastiyek derxist holê ku di vê babetê de Semîmiyata Eraban Tuneye.
Weke çawa wan eşîrên Ereban bi xencerê di pişta kurdan dan rastiya ku ev biratî ne pêkan e!
Nemaze di Tirkiyeyê de.

27.01.2026 19:04 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Bi sedan komkujiyên ku artêşa ereb a Sûriyê dijî kurdan û pêkhateyan bi rêk û pêk pêk tîne li ser kanalên telegramê û ji saziyên peywendîdar re hatine şandin.
Artêşa Ereb a Sûriyê ku bi xwe jîhadîstên HTŞ, DAIŞê û çend komên din ên radîkal ji 6 çelê ve êrîşên qirkirinê dibin ser kurdan .

25.01.2026 22:53 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Pêwîstî heye ku hemû dewletên herêmî bi mijara Sûriyeyê re eleqedar in, di vê demê dûvçikên xwe yê bi wezeretên wan ên Ragihandin û Karên hundir ve girêdayî ne, dema ser kanalên tv derdikevin hinekî gorî pêdiviyê bimeşîn jiber hurzirtiya berê çi sûd jê tune ye! Û gorî pêdiviyê bin .

01.01.2026 15:54 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Xwepêşandan bi daxwezên Federaliyê û serbestberdana girtiyan, bi awayekî aştiyane ji Aliyê bi hezaran kesî ve li Benyas, Tartos, Hums, û Latkîye hatin destpêkirin.

Hêzên( Ewlekariyê Giştî) yên ser bi desthilta Şamê ve ne, li rojavayê Sûriyayê dijî Xwepêşandanên Elewiyan zor û tundî bikar anî.

28.12.2025 18:51 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Baê xwe bidin her carê serdana Şam'ê ji aliyê rêveberiya xweser pêk tê, desthilta Jolanî li Helebê taxên kurdan dorpêç dike û topbaran dike .
Di herdu taxên Eşrefiye û Şêxmeqeûd de nêzî 500 hezar kes dijî gelo ev Kuderê topbaran dikin ???
Helbet rewşa sivîlên li taxê xeternak e!

27.12.2025 19:35 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Şahiyên ji bo rizgariya Sûriyeyê pirsan rawa derdixe , Sûriyê jê kê rizgar bûye ?
> Li Sûriyê dîktatorek çû yekî din hat !

08.12.2025 18:41 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Li Sûriyeyê li dijî Kurd , Elewî û Diruziyan êrîşên mezhebî û nijadperestî bi plangeriya rêjîma Jolanî re pêk tên.

06.12.2025 02:52 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Gelek çalakvan xwecihî û rêxistinên mafparêz dibêjin ji ber êrîşên çekdarên desthilata Şam'ê ya bi ser beravê Sûriyê ku piraniya şêniyên wir elewî ne , ji 20 hezar kes zêdetir jiyana xwe jidest dane .

06.12.2025 02:52 — 👍 0    🔁 0    💬 1    📌 0

Çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê di raporê xwe de radigihîne ku ji roja hilweşandina rêjîma Asad û ta niha ve, li Sûriyê 11439 kesan jiyana xwe jidest dane û nav wan gelek sivîl in .

06.12.2025 02:52 — 👍 0    🔁 0    💬 1    📌 0

Komîteyek nav koçberên Efrînê digire û nav qeyd dikin, daku zanibin kî dê vegerin û kî venagerin .
Ev vegera bi rûmet ku behsa wê dihat kirin piştî 7 salan ji koçberiye, pir bêrûmet derket û gelek efrîniyan bertekê Na nîşan dan .
Kes wê nepejirîne di bin serweriya hikumeta Jolanî de bijît .

23.11.2025 00:07 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Duhok bi vehûnana Torbenda Ewlehiyê û Aştiyê cihê xwe yê giran çespand .
Torbendê peyama xwe gihand .

21.11.2025 10:52 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Donald Trump siyasete baş ne gorî pêşbîniyan bi kar tîne, û karîbû navrûyê cîhanê biguherîne . Camêr kerîzma xwe ferz kiriye .

20.11.2025 15:47 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Ajmêra min a BlueSky demeke dirêj ne çalak e, ez dihizirîm belkî çend roj tê çûne.
Lêbelê meh û sal diqelibin û derin, û haya me jê qet tunebûye.
Em di pêşbaziya bi dem û çaxê de ne ..

20.11.2025 15:42 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

LI DANÎMARKAYÊ 25 NAMZETÊN KURD BI SER KETIN

Di hilbijartinên Danîmarkayê de 25 namzedên Kurd bi ser ketin û di dîroka wî welatî de cara yekem e Kurdek wekî kesê yekem ê ne Rojavayî bû şaredar.

Li Danîmarkayê 25 namzedên Kurd bi ser ketin | Rûdaw.net
www.rudaw.net/kurmanci/wor...

20.11.2025 15:31 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0
Post image Post image

Serpêhatiya min bi Volla Phone re pir baş e , ew şîrketeke biçûk e , lê karên pir mezin dike..
Em dixwezin piştgiriya wê bikin.
Projeya Volla Phone bi xwe jî ya Linux phone.
Belê li ser telefona di heman cîhazê da multiboot heye ku rê dide zêdetir pergalên xebitînê bi kar werin.

volla.online/en/

30.03.2024 15:39 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0
Post image

Ubuntu pergaleke xebitandina komputerê ye , lê ji 2013 an li ser telefonan jî tê bikaranîn , di vê dawiyê da gelek cure telefonan Ubuntu touch bi hemû taybetiyên xwe bi kar anîn, di serî da volla phone ew weke pergalake bingehîn û senewî bi riya multiboot rê da bi kar were .

24.12.2023 21:01 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

Her zivistanek tê êş û azarên xelkê ji ber Efrînê koçber bûne zêde dibe , bi taybet Zarok û kal û pîr ji ber serma zêde nexweş dikevin .
Efrîn ji 2018' an ve bi destê artêşa tirk û komên çekdar ên rikberîya Sûriyê tê dagirkirin , û xelkê wê yê resen ji şûn û warên xwe tên derxistin .

19.11.2023 19:37 — 👍 0    🔁 0    💬 0    📌 0

@se7mus is following 5 prominent accounts