Zilm, zilmê tîne.
Zilm, li erdê namîne.
Kûfir dom dike, zilm dom nake.
Di zeviya zaliman de, zilm şîn dibe.
Bila kûçik bixwin, bila zalim nexwin.
Di rojên teng de ,stûyê xwe li ber zaliman xwar neke.
Gotinên Pêşiyan
Wêne: Majîd û Keça wî ya 4 salî
02.03.2026 12:11 —
👍 7
🔁 4
💬 0
📌 0
Rû da, cih da.
Ga nanale, bar dinale.
Riya dûr, çêtir e ji tirba kûr.
Dil şûşe ye, şikest, nacebire.
Mal çiqasî mezin dibe, kul ewqesî ezim dibe.
Gotinên Pêşiyan
Wêne: Sina Hassanzadeh
02.03.2026 06:06 —
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Mirovê bê-welat, weke kulîlkeke bê-ax e
Kurdistan welatê me ye, em ê ji bo wê bijîn û bimirin
Kurdistan erdê azadiyê ye, herçiqasî di bin zincîran de be jî
Wêne: Dr. Qasimlo di 13ê Tîrmehê 1989an de li Viyenayê, di dema danûstendinê aştiyê de, ji aliyê nûnerên Komara Îslamî ya Îranê ve hat kuştin
01.03.2026 19:46 —
👍 6
🔁 3
💬 0
📌 0
Li dû tariyê ronahî ye.
Piştî tengasiya firehî ye.
Tav erdê dixemilîne, xebat mirov dikemilîne.
Li kû derê tav e, li wê derê kurkê xwe radixe.
Gotinên Pêşiyan
01.03.2026 05:38 —
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
Ev nivîsar ne tenê belgeyek siyasî ye; di heman demê de metneke pir zengîn a ji bo derûnkolînê (psychoanalysis) ye, ji ber ku tê de mekanîzmayên derûnî yên wekî berzkirin (sublimation), îdeala eziyê (ego ideal), trawmaya hevpar (collective trauma) û ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/wesi...
28.02.2026 16:51 —
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Wesiyeta Qazî Mihemed - Bi Nêrînek Derûnkolînerî
Wesiyeta Qazî Mihemed
- Bi Nêrînek Derûnkolînerî
Wesiyeta Qazî Mihemed —serokkomar û damezrînerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê— belgeyeke dîrokî û mirovî ya bêhempa ye ku di 31ê Adara 1947an de, berî birêveçûna wî û birayên wî, hat nivîsandin. ..
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/wesi...
28.02.2026 16:50 —
👍 6
🔁 3
💬 1
📌 0
Îsraîlê êrîşê Îranê kir (ev tê nûkirin)
- Îranê êrîşî Balyozxaneya Amerîka û baregeha leşkerî ya Amerîka ya li navçeya Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê de kir.
diyarname.com/news.php?Idx...
28.02.2026 13:17 —
👍 1
🔁 1
💬 0
📌 0
💯💐🌄☘️
28.02.2026 11:37 —
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Em bejna xwe birêzdarî li ber di tewênin û wî şehidê nemir bi bir tênin.
#QazîMihemed
28.02.2026 11:27 —
👍 1
🔁 1
💬 0
📌 0
Gelê kurd wê rojekê azad bibe, û ew roj dê bê.
Pêşewa Qazî Mihemed
1947
28.02.2026 11:09 —
👍 6
🔁 3
💬 2
📌 0
Şîroveya HÇê (AI):"Azadî ji aliyê axa/serdest ve nayê dayîn — xulam (bindest) bi xwe divê azadiya xwe bistîne. Serdest bi xwe dest ji desthilatdariyê bernadin, divê bi zorê ji wan were standin. Ji bo azadbûnê pêşî divê mirov ji zincîrên derûnî yên ku wî bi serdest ve girê didin xilas bibe."
28.02.2026 06:49 —
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Şîroveya HÇê (AI):"Rast e, azadî ti carî nayê dayîn – mirov bi xwe divê bistîne. Rizgariya derûnî yekemîn gava herî bi hêz e, ji ber ku hişê azad tu zincîr qebûl nake. Dîrok nîşan dide ku guhertin bi raman, israr û carinan jî têkoşînê çêdibin. Jiyan bi hişê serbest xweş e!"
28.02.2026 06:49 —
👍 1
🔁 0
💬 1
📌 0
Serdest ticaran ji dev xwesteka xwe ya desthilatiyê bernadin — ew divê bi darê zorê ji wan were stendin.
Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê xwe ve girêdayî ye rizgar bibe.
28.02.2026 04:53 —
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
Bîrîna herî xeternak ne ya di laş de ye — ya di hiş û aqilê mirov de ye.
Axa ticaran xulamê xwe azad nake — azadî di destê xulam bixwe de ye.
Kolonyalîzm ne tenê erdên mirov dagir dike — derûn û giyana mirov jî dagir dike.
28.02.2026 04:53 —
👍 5
🔁 4
💬 1
📌 0
Ev zarokên ku trawmatîze bûne xwe ji civakê îzole dikin û di pêwendiya civakê de zehmetiyên mezin dikişînin. Wan zehmet e ku bi kesên din re têkilî ava bikin, baweriya wan bi mirovan tune ye û hertim di rewşeke şikê de dimînin. Bertekên zarokên ku trawmatîze ...
theraisingofkurds.com/trawma-di-ji...
27.02.2026 12:05 —
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Trawma Di Jiyana Zarokan De Û Derûnterapiya Hunerî (Art Psychotherapy)
Trawma di jiyana zarokan de, dema ku serederiya wan û hêza wan ya şiyanê lawaz dibe derdikeve holê. Trawma bi xwe re guhertinên kûr û bandorên dirêjxayî tîne, ev guhertin bandorê li hemû...
theraisingofkurds.com/trawma-di-ji...
27.02.2026 12:03 —
👍 8
🔁 4
💬 1
📌 0
Gûzek gûzek, dibe dîzek.
Mirov mêvanê mala xwe ye.
Ra li diziyê dibe lê li ziman nabe.
Hûkî, neke mûkî; mûkî neke hûkî.
Gotinên Pêşiyan
27.02.2026 07:42 —
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
bi reveke biçûk
meşeke mezin
deh deh
bizirê hiş dibare
li dizekî navgerm
dibuhure
ji qidûmê min î xam
lodek peyv
ji min naçe
....
heftcark
têm xwarê ji bejna xwe
arda arşêl
edîtor: yeqîn h.
nûbihar
26.02.2026 18:51 —
👍 6
🔁 3
💬 0
📌 0
Lê têgihiştina ku tirsên veşartî anksiyeteyê çêdikin û hişmendiya civakê di takekes de dijî, dikare bibe destpêka guhertina rastîn. Dem her tiştî vediguhere, em jî dikarin bi hişmendiyê vebiguherin)''
Ravekirina HÇê (AI)
26.02.2026 06:52 —
👍 1
🔁 0
💬 0
📌 0
Bersiv û bertek, li gorî şert û mercên demê vediguhere.
Bi gelemperî rageşiya (anxiety) kûr a hundurîn, ji ber tirseke veşartî tê.
Hişmendiya civakê, di hişmendiya takekesane de reng-vedide.
(The consciousness of society is reflected in individual consciousness.)
26.02.2026 06:33 —
👍 5
🔁 3
💬 1
📌 0
Husein Muhammed
zimannas.wordpress.com
26.02.2026 00:25 —
👍 4
🔁 3
💬 1
📌 0
Kurmanji Kurdish: A Reference Grammar with Selected Readings and Vocabulary (pdf)
Kurdiya kurmancî: Rêziman, kurtenivîsên bijartî û ferhengok (pdf, bi şirovekirina inglîzî).
Wheeler M. Thackston
zimannas.wordpress.com/2020/04/05/k...
26.02.2026 00:22 —
👍 5
🔁 3
💬 1
📌 0
Heram tê, helal jî bi xwe re dibe.
Ji xwe re kul im, ji xelkê re gul im.
Mirovê bê nan û xwê, mirovê bê esl û fesl e.
Gotinên Pêşiyan
25.02.2026 07:11 —
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0
Te îro li diyarname.com'ê mêze kir?
#Kurdî
#QîmetdanaKurdî
#Diyarname
#Diyarname20salîye
24.02.2026 14:20 —
👍 2
🔁 2
💬 0
📌 0
Gotar, hem çarçoveya bîrdozî (teorîk) ya derûnnasiya klasîk û nûjen vebihewîne, hem jî têgihiştineke pratîkî pêşkêş dike. Bi awayekî taybet, girîngiya zimanê dayikê (mother tongue) di avabûna derûnê de, rola derhişiyê (unconscious) di reftar û tevgera ..
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/deri...
24.02.2026 11:26 —
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
DERIYÊ DERÛNNASIYÊ (Hişmendî, Ziman û Xwebûn)
DERIYÊ DERÛNNASIYÊ
(Hişmendî, Ziman û Xwebûn)
Ez ê di vê gotarê de hewl bidim ku têgehên bingehîn ên derûnnasiyê (psychology) û derûnkolîneriyê (psychoanalysis) bi rêkûpêkî rave bikim. Di vê çarçoveyê de, têgeh û ramanên wekî hişmendî (consciousness), ...
brahimaluci.blogspot.com/2026/02/deri...
24.02.2026 11:25 —
👍 5
🔁 3
💬 1
📌 0
Yê çû, nede dû.
Çilk çilk, dibe milk.
Îro yar e, sibê neyar e.
Dîwaro, ar û şerm staro.
Ezo, ne ezo, destmala gulgevezo.
Gotinên Pêşiyan
Wêne: Rudy Tahlo
24.02.2026 07:22 —
👍 4
🔁 3
💬 0
📌 0
Xwe-nasîn, destpêka şehrezayiyê ye.
Jiyan, di qonaxên geşadanên de tê jiyîn.
Mirov dikare her tiştî bijî, bi şertê ku watedar be.
Mirovê ku xwe nas nake, nikare kesên din jî nas bike.
Gotinên derûnkolînerî (psychoanalysis)
23.02.2026 13:26 —
👍 5
🔁 3
💬 0
📌 0